Kuştina 3 terorîstan li çola Enbar a Iraqê
Beşa Emnî ya Dezgeha Ragihndinê ya artêşa Iraqê derbarê kuştina sê terorîstan ji wan fermandeyekî wan ê giring di encama operasyoneke hevpar a taybet de li çola Enbarê agahî da.
Fermandehiya Operasyona Hevpar a Iraqê - Medya ewlehiyê ya vî welatî îro derbarê pêkanîna operasiyoneke taybet a ewlehiyê li çola Enbarê û kuştina 3 terorîstan ji wan fermandeyekî girîng agahî da. Vê fermandariyê di daxuyaniya xwe de ragihand piştî şopandinên meydanî û lêkolînên berfireh di hefteyekê da, bi plandarêştin û çavdêriya tam a Fermandehiya Operasyonên Hevpar û Fermandehiya Hêza Bejahî ya artêşê, kemîneke giran ji aliyê hêzên hevpar ên tîçiqa 18 ya beşa pêncan a Artêşa Iraqê û Hêzên Heşda Şeibî li Enbarê hat danîn ku vê sibê di encamê de 3 terorîst ji wan fermandeyekî pilebilind hatin kuştin.
Her wiha di operasyona li kûrahiya çola Enbarê de 2 tirimpêlên terorîstan hatin îmhakirin. Li gorî vê daxûyanîyê terorîstên hatin kuştin, di halê istandina dirêv ji şivanan bi hincetên curbicur da bûn.