Rawêjkarîya balyozê Îranê yê Bexdayê digel Serokomarê Iraqê
Serokomarê Iraqê di hevdîtina tev balyozê Îranê yê Bexdayê da pêgirî ser girîngatîya peywendîyên dualî kir.
Di hevdîtina Serokomarê Iraqê û balyozê Îranê yê Bexdayê da, alûgur û rewşa navçe û navdewletî û hewlên ji bo xurtkirina ewlehî û aştîya cîhanî hatin hilkolandin.
Ebdulletîf Reşîd Serokomarê Iraqê di vê hevdîtinê da pêgirî ser girîngatîya peywendîyên her du welatan û hevkarîya dualî di çarçova istiqrar û aştîya navçeyê da kir.
Wî herwiha amajeyî girîngatîya berdewambûna hewlên navdewletî ji bo serxistina rawêjkarî û gotûbêjê û aramkirina rewşê û dûrxweyîkirina navçeyê ji dûhatên nerênî ji bo ewlehî û istiqrarê kir.
Mihemed- Kazim Alê- Sadiq jî pêgirî ser piştgirîya Îranê ji hewlên Iraqê ji bo parastina ewlehî û istiqrara vî welatî û girîngatîya peywendîyên dualî kir.