Çile 10, 2025 15:13 Asia/Tehran
  • Amirî: Divê dawî li rola Amerîkayê li Iraqê were anîn

Sersekreterê Rêxistina Bedir a Iraqê pêgirî ser pêwîstîya bidawîhanîna hebûna Amerîkayê li wî welatî kir.

Hadî Amirî di axavtineke bi boneya salvegera şehîdbûna Seyîd Mihemed- Baqir Hekîm yek ji damezirînerên Civata Bilind a Islamî ya Iraqê da pêgirî kir: Bi her biha û berdêlekê dibem divê rêya berxwedanê were domandin. Wî herwiha got: Divê dawî li rola dagirkerîyê ya Amerîkayê li Iraqê were anîn û serwerîya Iraqê di Îlona 2025ê da pêk were.

Amirî derbara hebûna Tirkîyê li axa Iraqê da jî pêgirî kir: Divê hemî hêzên Tirkîyê ji hemî navçeyên bakura Iraqê derkevin. Wî herwiha got: Ti hegereke rewa ji bo dagirkirina bakura Iraqê bi destê Tirkîyê tineye.

Li gorî rêkevtinameya di navbera delweta Iraqê û Amerîkayê da, qonaxa yekem a derketina hêzên bîyanî ji Iraqê yê di Îlona sala 2025ê da bi dawî were û qonaxa duyem yê ji hema demê va dest pê bibe û di Îlona 2026ê da bi dawî were. 

Serepeyv