Çêkirina 400 km dîwarê bêton li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê
Serokê navenda medya ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku dîwarekî beton bi dirêjahiya 400 kîlometre li sînorê di navbera vî welatî û Sûriyê hatiye çêkirin.
Tehsîn Xefacî got: Karê çêkirina dîwarekî bêton bi dirêjahiya 615 kîlometran ser sînorê Iraq û Sûriyê berdewam e û heta niha 400 km jê temam bûyeXefacî her wiha got: Dewama vê dîwarê nêzîkî 210 heta 215 kîlometran e ku biryar e hetai nîvê salê temam bibe ku îmkana destwerdana ewlehiyê li ser sînoran ji holê rabe.El- Xefacî diyar kir ku sînorên Iraq û Sûriyê hatine xurtkirin û derbarê plana zêdekirina hêzên ewlehiyê li vê navçeyê agahî da û ragihand: Wezaretên Karên Hundir û Berevaniyê, Fermandetiya Operasyonên Hevbeş û Rêxistina Heşda Şebî tedbîrên tund berçav girtine ku ji sê salan berî niha ve îmkana xurtkirina sînorên Iraq û Sûriyê pêk naiye.