Serokomarê Iraqê: Em derbara Sûrîyê da bêalî ne
Çile 04, 2025 17:38 Asia/Tehran
Serokomarê Iraqê got ku em pabendê vê yekê ne ku pêwîst e axa Iraqê ji bo destdirêjîya ser welatên cînar neyê bikaranîn.
Ebdulletîf Reşîd Serokomarê Iraqê got: Iraqê ji destpêka alûgurên Sûrîyê va sîyaseta bêalîbûnê da ber xwe û pişta ti alî yan komekê negirt.
Wî herwiha got: Em pêgirîyê ser piştgirîya ji gelê Sûrîyê û avakirina nijyara demokiratîk a dadmendane l ivî welatî ya bi pişkdarîya hemî alîyan dikin.
Ebdulletîf Reşîd herwiha got: Em herwiha piştgirîyê didin mafê birayên xwe yên fiilstînî ku ji jîyaneke ewleh û welatekî serbixwe sûdmend bibin.
Serokomarê Iraqê herwiha piştgirî da gelê Libnanê û hêvî kir ku ew gela ji vê rewşa dijwar û zehmet derbas bibe.