Çile 04, 2025 17:39 Asia/Tehran
  • Beşdarbûna Sûdanî di merasima bibîranîna serdar Silêmanî da

Serokwezîrê Iraqê di merasima Roja Şehîdên Iraqî da ji ber egîtî û xweşmêrîyê, şehîdê serfiraz Hecî Qasim Silêmanî Fermandeyê berê yê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê berê yê Serokê Rêxistina Heşda Şe`bî ya Iraqê, ew bibîr anîn û pesna wan da.

Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê îro di merasima Roja Şehîdên Iraqî da ku li Bexdayê hat lidarxistin, pesna hewl û fidakarîyên fermandeyên Bereya Berxwedanê da û got: Zêde ji salekê ye ku li herêma me alûgurên girîng û bingehîn diqewimin ku bûn sedema guhertinnê sîyasî.

Serokwezîrê Iraqê di dewama vê axavtina xwe da pêgirî ser jinûve-avakirina peywendîyan di navbera Iraqê û hemî welatan da kir û got: Em pêgirîyê ser amadebûna xwe ji bo kêmkirina êş û derdên gelên Xezze û Libnanê dikin û ji civaka cîhanî dixwazin ku qanûnên xwe venihêre ta k bikaribe pêşîya zilim û zorbêjîyê bigire.

Sûdanî herwiha got ku em careka din pêgirîyê dikin ku berjewendîyên bilind ên Iraqê raserî her tiştî ne û divê yekitî û hevkarîya gel were xurtkirin ta ku em berbend û pirsgirêkan derbas bikin.  

Serepeyv