Çile 04, 2025 17:39 Asia/Tehran
  • Liv û tevgerên Amerîkayê li Eyn ul Eseda Iraqê

Hin çavkanîyan ragihandin ku leşkerên amerîkî li binkeya Eyn ul Esedê dest bi liv û tevgereke berfire krine.

Efserekî pillebilind li binkeya Eyn ul Esedê îro aşkira kir: Di 4 rojên buhurî da hêzên amerîkî gellek çek û alavên cengê yên giran û pêşketî ji vê binkeyê va veguhestine Sûrîye. Ew alav bi 2 karwanan ji derbasgeha Welîd`ê û 3 caran jî bi rêya hewayî bo navçeyê sînorî yên Sûrîyê hatine veguhestin.

Wî efsere pillebilind ê amerîkî got: Hêzên vî welatî li Iraq û navçeyê istiratejîyeke nû û bêmînak dane ber xwe. Ji ber ku berî vîya li Sûrîyê zêde girîngî nedidan çek û alavên bejayî yên mînanî topxanê û zêrêhpûşan û zêdetir bala xwe didan ser piştgirîya hewayî û istixbaratî, lê roja îro hewil didin şîyana bejayî ya xwe li wî welatî xurt bikin.

Wî efserê pillebilind ê amerîkî got ku alûgurên lezgîn ên Sûrîyê û dilnigeranbûna Amerîkayê ji ber êrişa ihtimalî ser binkeyên vî welatî li Sûrîyê bûn sedem ku Waşîngton gellek çek û alavên cengê bişîne Sûrîyê. 

Serepeyv