Çile 02, 2025 20:20 Asia/Tehran

Rayedarên iraqî bi amadebûna li merasima bîranîna şehîd Qasim Silêymanî û Ebû Mehdî El-Muhendis li balyozxaneya Îranê li Bexdayê bi rêzdarî ew bi bîr anîn.

Mihemed Kazim Alê Sadiq  Balyozê Îranê li Bexdayê di vê merasimê de bal kişand ser alûgurên navçê piştî operasyona Bahoza El-Eqsayê û ragehand: Yek ji kêşe û gefên herî giran li  navçê ku em şahidê wê ne, şerê siyonîstan li Xezzeyê, jînosayda li wir ,şerê Rejîma Siyonîst li dijî Hizbullahê û rûxandina bilez a himûmeta Sûriyê ye.Wî her wiha tekez kir ku şehadeta şehîd Silêymanî û şehîd El-Muhendis necamêrane pêk hat û i rûbirûbûneke saxlem de li meydana şer pêk nehat.

Hadî El-Amirî Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir jî di vê merasimê de tekez kir: Hinek taybetmendiyên şehîd Silêymanî û El-Muhendis hene ku bandora wan a piştî mirina wan ne kêmtir ji bandora wan a di dema jiyana wan de ye. El-Amirî her wiha tekez kir ku ev  du şehîdên  giranqedr  xwediyê mektebeke aktîv in  ku niha û  di pêşerojê jî bi bandor in. 

Mehmûd El-Meşhedanî serokê parlemana  Iraqê jî li vê merasimê got: Divê hevpeymaniyeke rastîn di navbera Iraq, Komara Islamî ya Îranê, Komara Tirkiyê, Erebistana Siûdî, Urdin û Misrê de çêbibe ku rê li ber perçebûna Sûriyê bê girtin.

Serleşker Qasim Silêymanî, fermandê berê yê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Şoreşa  Îslamî 3 çilleya 2020an ser vexwandina fermî ya rayedarên Iraqê  sefera vî welat kiribû ku  di encama  êrişa esmanî ya hêzên  têrorîst ên Amerîkayê li nêzîkî firokexaneya Bexdayê de, ligel Ebû Mehdî El-Muhendis,Cîgirê Serokê Heşda Şeibî  û  8 hevalên wî şehîd bûn.

Serepeyv