Çile 02, 2025 18:08 Asia/Tehran
  • Peyama Hekîm bi boneya salvegera şehadeta fermandên serketinê

Rêberê tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê di peyamekê de bi boneya salvegera şehîdbûna fermandên serketinê ragihand: Em şanaziyê bi wan kesan dikin ku çiraya rênimûniyê bo umet bûn û emê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Seyîd Emmar Hekîm di peyamekê de bi boneya salvegera şehadeta Serdar Silêymanî û Ebû Mehdî Muhendis got: Umeta Îslamê di vê heyamê de bi du rêya fexra bi serketinê û derdê jidestdayîna fermandên berxwedanê ji wan şehîd Seyîd Hesen Nesrallah û hevalên wî (Xuda ji wan razî be) re rûbirû ye.

Hekîm her wiha got: Ev sefera cîhadî ya mayînde me erkdar dike ku em  şanaziyê bikin bi van mêrxasên ku dîroka umeta me bi ronahiyê û bi çirayê  rênimûniyê û  berxwedanê li rex xala heqê, cangorîkirinê û bi parastina nasnamê û pabendbûna bi prensîpên umetê xêz kirin.

Serepeyv