Serokê Parlemana Iraqê: Serdestbûna Tirkiyê li Sûriyê meriv aciz dike
Serokê Parlemana Iraqê got tişta ku li Sûriyê diqewime bandorê li Iraqê dike û me derbarê encamên berçavnegirtina mafên kêmîneyan hişyarî daye Şamê
Serokê Parlemana Iraqê, Mehmûd El-Meşhedanî bal kişand ser sefera vê dawiyê ya şanda vî welatî bo Sûriyê û got: Em pêşwazî li damezrandina hikûmeteke gelanî li Sûriyê dikin û em derbarê damezrandina hikûmeteke par û pişkiyê mîna ya Iraqê li vî welatî hişyariyê didin. Wî her wiha got: Me li gel Sûrîyê li hev kiriye bo rêgirtin li ber berfirehbûna çalakîyên komên çekdar û senaryoya perçebûna vî welatî qet nayê qebûlkirin.
Serokê Parlemana Iraqê derbarê berfirehbûna êrişa Tirkiyê ser Sûriyê di hefteyên borî de got: Serdestiya Tirkiyê li Sûriyê eşkere ye û ev yek meriv aciz dike. Wî her wiha derbarê hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê jî got:
Hebûna hêzên Amerîka li Iraqê dê di demek nêzîk de bikeve çarçoveya qanûnî de.