Kanûn 23, 2024 18:03 Asia/Tehran
  • Peydakirina gorneke komî ya nû li Semaweyê

Li gorî nûçeyeke diltezîn, goreke nû ya komî li çola Tel-Şêyxiye ya parêzgeha Semawê ya Iraqê hatiye peydakirin ku termên hinek ji qurbaniyên Enfalê têde hatine definkirin.

Li gorî lêkolînên destpêkê, termên ku hatine peyadkirin, yên nêzîkî 150 jin, zarok û heta jinên ducanî û pîr û kalên kurd in ku di  heyamê  cinayetên Enfalê yên rejîma Beis de bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Ev gora komkî ya ku di 22ê Kanûna 2024an de hatiye peydakirin carek din  berûlayê  hovane ya cinayetên rejîma Beis li dijî Kurdên Iraqê nîşan da. Encama  lêkolînan nîşan dide ku qurbaniyên vê cinayeta hovane di sala 1988an de di cinayeta  Enfalê de zindî hatine definkirin

Ev gora peydabûyî vedigere sala 1988 û piştî wê ku Hikûmeta Beisê di 6 qonaxan de, ser navê cinayeta Enfalê dijî kurdan pêk anî.Di vê pêvajoyê de hikûmeta Beis a bi serokatiya Elî Hesen Mecîd 182 hezar kesên sivîl  zindî  bin ax kirin.

Serepeyv