Kanûn 11, 2024 17:30 Asia/Tehran
  • Iraq xwe têkilî kar û barên navxwe yên Sûriyê nake

Berdevkê hikûmeta Iraqê li ser desthilatdariya Sûriyê pêgîrî kir û daxwaz kir ku bila rêz li biryara xelkê Sûriyê were girtin.

Basim El Ewadî, berdevkê hikûmeta Iraqê, di axiftinekî da ji bilî pêgîriya li ser viya ku welatê wî wê qet destwerdana li karûbarên Sûriyê neke û biryardayîna li bara dahatiya vî welatî dispêre xelkê Sûriyê, basa amadetiya Iraqê ji bo xurtkirina peywendiyên aborî û siyasî ya bi Şamê re kir.

Berdevkê hikûmeta Iraqê ragihand ku Bexda pêşwaziya biryardana li ser dahatî û çarenivîsa Sûriyê bi destê xelkê Sûriyê dike û ji hêla Iraqê ve pêbendbûna li desthilatdariya netewî, bingehek ji bo biryardayîna li ser Sûriyê ye ku divê bo xelkê vî welatî were ispartin û Iraq qet destwerdaneka leşkerî berovajî daxwaza xelkê Sûriyê nake.

Serepeyv