Serokwezîrê Iraqê: Em li rex Sûriyê sekinîne
Serokwezîrê Iraqê got ku Bexda li ser helwêsta xwe ya li ser sekinîna li rex hikûmet û gelê Sûriyê pêgîrî dike.
Mihemed Şiya Sûdanî, li hevdîtina xwe ya îro Îniyê li gel Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê got: Iraq li ser helwêsta xwe ya li ser sekinîna li rex hikûmet û gelê Sûriyê û girîngiya parastina desthilatdariya vî welatî pêgîrî dike û Iraq hewldanên xwe yên siyasî û dîplomatîk bona parastina ewlehiya li Sûriyê ku bi awayeka rasterast wê bandorê li ewlehiya welatên din bike, didomîne.
Seyîd Ebas Iraçî jî bi ragihandina vî yekî ku rewşa Sûriyê hewcetî bi şêwirînê heye pêgîrî kir, hin hewldan bona aramkirina rewşa Sûriyê û pêkanîna derfetekî ji bo raberkiirna destpêşxeriya hertimî ji bo vî welatî cih tên. Seyîd Ebas Iraqçî û taxima pê re herwiha li cihê bîranîna fermandeyên şehîd serdar Hecî Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El Muhendis, rêz li van şehîdên berxwedanê girt.