Mijdar 27, 2024 18:36 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm: Agirbes encama berxwedana ustûreyî ya gelê Lubnanê û Berxwedana Îslamî ye

Rêberê tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê li hember ragihandina agirbesa Lubnanê û Rêjîma Siyonîst bertek nîşan da û bidestxistina vê rêketinê encama berxwedana ostûreyî ya gelê Lubnanê û berxwedana Îslamî da zanîn.

Seyd Emar Hekîm rêberê Tevgera  Hikmeya Neteweyî ya Iraqê, bal kişand ser vê yekê ku ragihandina agirbesê li Lubnanê, nîşana  berxwedana ostûreyî ya gelê Lubnanê û  berxwedana Islamî ye û diyar kir: Asta ziyanên ku li Rejîma Siyonîstî  ketine  ev neçar kirin ku  agirbesê qebûl bikin.  

Wî her wiha got: Serketina  jibo welatan  bi cihhatina  armancan pêk nayê lê derbarê tevgerên şoreşgerî  hema eva ku pêşiya pêkhatian armancên dijmin bigrin têrê dike. 

 Emar Hekîm diyar kir ku Iraq piştgiriya siyasî, medyayî û hewragîhaniyê pêşkêşî gelên Lubnan û Filistînê dike.

Serepeyv