Tabûrên Hizbullaha Iraqê her tim li kêleka xelkê Xezze û Lubnanê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352290-tabûrên_hizbullaha_iraqê_her_tim_li_kêleka_xelkê_xezze_û_lubnanê_ne
Tabûrên Hizbullaha Iraqê bi tekeziya ser berdewamiya piştevaniya ji xelkê Xezzeyê diyar kir ku bêhnvedana aliyeke bereya berxwedanê dê bandorê li yekdengî û yekrêziya meydanan bona rawestana li ber dijmin neke.
(last modified 2024-11-27T11:41:29+00:00 )
Tesrîn 27, 2024 15:06 Asia/Tehran
  • Tabûrên Hizbullaha Iraqê her tim li kêleka xelkê Xezze û Lubnanê ne

Tabûrên Hizbullaha Iraqê bi tekeziya ser berdewamiya piştevaniya ji xelkê Xezzeyê diyar kir ku bêhnvedana aliyeke bereya berxwedanê dê bandorê li yekdengî û yekrêziya meydanan bona rawestana li ber dijmin neke.

Tabûrên Hizbulaha Iraqê îro di daxuyaniyekê de tekez kir: Em ê bi tu awayî  xelkê Xezzeyê bi tenê nahêlin û  emê guh nedin gefên dijmin û şêwazên  cinayetên wan em  derbarê mesela Filistînê tekezî ser   helwêsta xwe ya cidî dikin.

Hizbullaha Iraqê tekez kir: Bêhnvedana aliyekî Bereya Berxwedanê wê bandorê li yekîtiya  meydanan neke belku dê aliyên  tevlî me bibin û  meydana  şerê pîroz li hember dijminên Xwedê bihêztir bibe.

 Di beşeke vê daxûyaniyeê de hatiye :Ger berxwedana  têkoşerên Hizbullahê nebûya, agirbes li  bereya  Lubnanê û Rejîma Siyonîst pêk nedihat.