Şandina bi hezaran ton alîkariyên mirovî yên Iraqê bo Xezze û Lubnanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352263-Şandina_bi_hezaran_ton_alîkariyên_mirovî_yên_iraqê_bo_xezze_û_lubnanê
Rêveberê peywendiyên giştî yê Heyva Sor a Iraqê derbarê şandina alîkariyên mirovî yên berfireh yên vî welatî bo gelên mezlûm ên Filistîn û Lubnanê agahî da.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 25, 2024 13:20 Asia/Tehran
  • Şandina bi hezaran ton alîkariyên mirovî yên Iraqê bo Xezze û Lubnanê

Rêveberê peywendiyên giştî yê Heyva Sor a Iraqê derbarê şandina alîkariyên mirovî yên berfireh yên vî welatî bo gelên mezlûm ên Filistîn û Lubnanê agahî da.

Xesan Sewînî,Rêvebirê peywendiyên giştî yê Heyva Sor a Iraqê ragihand ku heta niha 750 hezar ton alîkariyên mirovî  bo gelê mezlûm ê Filistînê bi hemahengiya Heyva Sor a Misrê û 15 ton alîkariyên pizîşkî  û xwarin ji bo gelê mezlûm ê  Lubnanê hatine şandin.

Vî rayedarê iraqî her wiha got: Iraq niha mazûvaniya 22 hezar welatiyên Lubnanî dike û piştgiriyên pizîşkî û derûnî  ji ber asta zêde ya ziyanên ku li wan ketine pêşkêşî wan dike. Pêştir jî medyayên Iraqê behsa komkirina alîkariyên mirovî li parêzgehên cuda yên vî welatî bi alîkariya berpirsên Etebatê Aliyat li Kerbela û Necef Eşref bo kesên şerlêxistî li Xezze û Lubnanê kiribûn.