Hin planên jibo berfirehkirina xeleka şêr bo welatên navçeyê
Wezîrê karên derve yê Iraqê derbarê hin planên jibo berfirehkirina xeleka şerê Xezze û Lubnanê bo welatên din aqahî da.
Fuad Husêyn got: Erkê me eva ye ku em xebatên dîplomatîk ji bo rawestana li ber gef û êrişên muhtemel ên li dijî Iraqê zêde bikin. Wî tekez kir ku welatê wî hevrê digel welatên din hevkariyê dike ku agirbesek li Xezze û Lubnanê pêk were. Wezareta karên derve ya Iraqê vê dawiyê li himber gefên Rejîma Siyonîst namayek ji NY, Rêxistina Hevkariya Welatên Islamî" û Yekîtiya Ereban reşand.
Di nameya Iraqê ya ji bo NY de, hatiye gotin ku nameya vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst bo Konseya Ewlehiyê ya NY beşeke ji siyaseta armanckirî ya derxistina hincetan û çêkirina îdiayan ji bo berfirehkirina xeleka şer û pevçûnan li navçê ye.