Peyama Iraqê bo rêxistinên navçeyî û navdewletî bi dû gefên Rejîma Sîyonîst
Bi dû gefên Rejîma Sîyonîst dijî Iraqê, Bexdayê di nameyekê da bo rêxistin û dezgehên navçeyî û navdewletî xwest ku kiryar û serederîyên destdirêjane yên Tel Avîvê bên sekinandin.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku bi dû gefên Rejîma Sîyonîst derheq êrişa ihtimalî ser Iraqê, nameyên fermî ji bo Konseya Emnî ya NY, Sersekreterê NY, Yekitîya Ereban û Rêxistina Hevkarîya Islamî şandîye.
Di nameya Iraqê da hatîye: Rejîma Israyîlê gef kirîye ku dê êrişî Iraqê bike, ev yek beşek ji sîyaseta sîstematîk ji bo berfirekirina gêre û pevçûnan li herêmê ye.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê herwiha pêgirî kir: Ev welata dixwaze hewleke navdewletî ji bo hemahengbûna ji bo sekinandina tundkirina gêreyê bi destê Israyîlê li herêmê dest pê bibe û derheq rêzgirtina li qanûn û konvansîyonên navdewletî dilnîya pêk were.
Wezîrê Karên Derve yê Rejîma Sîyonîst berî vîya bi heceta êrişa ser komên berxwedêr ên iraqî gefa êrişê li vî welatî xwaribû.