Bereya Turkmanî idia kir; Kurd hewil didin demogirafîya Kerkûkê biguherînin
Serokê Bereya Turkmanî ya Iraqê idia kir ku partîyên kurdên vî welatî bi armanca guhertina demogirafîya Kerkûkê, bi dehan hezar kes ji herêmên din veguhestine vê deverê.
Hesen Tûran Serokê Bereya Turkmanî ya Iraqê di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê da idia kir ku bi armanca guhertina demogirafîya Kerkûkê zêde ji 260 hezar kes ji Silêmanî û Hewlêrê bo Kerkûkê hatine veguhestin. Wî herwiha xwest ku encama serhejmêrîya giştî li Kerkûkê ser bingeha amarên sala 1957ê werin venihêrîn.
Hesen Tûran herwiha idia kir ku vê gavê karên ciddî ji bo guhertina demogirafîya Kerkûkê û lawazkirina nasname û cîgeha Turkmanên vî şarî tên kirin. Berî destpêbûna serjimêrîya giştî, gellek malbat ji şarên Hewlêr û Silêmanîyê bo Kerkûkê hatine veguhestin.
Her cure guhertina demogirafîya Kerkûkê dikare bibe sedema dûhatên sîyasî û civakî yên berfire.