Dewama êrişên Berxwedana Iraqê bi xwefiran ser pêgehên Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i351926-dewama_êrişên_berxwedana_iraqê_bi_xwefiran_ser_pêgehên_rejîma_siyonîst
Berxwedana Îslamî ya Iraqê careka din pêgehên Rejîma Siyonîst li Erdên Dagirkirî yên Filistînê dan ber xwefiran.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 30, 2024 13:15 Asia/Tehran

Berxwedana Îslamî ya Iraqê careka din pêgehên Rejîma Siyonîst li Erdên Dagirkirî yên Filistînê dan ber xwefiran.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyekî da ragihand şervanên vê koma berxwedanê îro Çarşemiyê bona piştgîriya ji xelkê mezlûm ê Filistîn û Libnanê, armanceka girîng li bakûrê Erdên Dagirkirî dan ber xwefiran.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê roja Duşemiyê jî pêgeheka leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst li bakûrê Erdên Dagirkirî yên Filistînê dabûn ber xwefiran. Kanala 12`an a Televîzyona Rejîma Îsraîlê jî berî nika ragihandibû ku geştên esmanî tevî dewama şêrr û giranbûna kêşeyan, îbtalbûna firrînên xwe yên ber bi Erdên Dagirkirî heta 30`ê Cotmehê, îbtal kiriye.