Cotmeh 26, 2024 16:56 Asia/Tehran

Serokê Tevgera Sedr a Iraqê pêgîrî kir ku êrişa Rejîam Siyonîst ser Îranê eger çi binpêkirina aşkera ya qanûnên navdewletî ye lê biçûktir û bênirxtir ji viya ye ku bê şermezarkirin.

Muqteda Sedr, rêberê Tevgera Sedr a Iraqê di daxuyaniyekê da got: Bersiva Îsrayîlê lawaz bû û asta gêjbûn û dilnîgeranbûna berfire ya vê rejîmê û piştgirên wê ji ber neguhêrbûna helwêsta Îranê û wêrektiya komên Berxwedanê li Filistîn û Libnanê bi serokatiya du şehîdan, şehîd Seyîd Hesen Nesrullah, Sersekreterê Hizbullaha Libnanê û şehîd Yehya Sênwar, serokê Hemasê nîşan dide.

Muqteda Sedr got: Hat selimandin ku ev rejîma û zorbêjiya wê lawaztir ji tewna pîrê ye û di lawaztiyê da bêmînak e. Hema ji vir va ji hemû welatên Ereb û îslamî û hemû hezkiriyên mirovantî û aştiyê dixwezin zextê bidine ser komên cîhanî yên koloniyalîst bona ku kuştina zarok û sivîlan û êrişa ser welatên serbixwe û hêzên UNIFIL`ê û nexweşxane û nûçegîhanan û yên din bidin sekinandin. Herwiha divê her kes Îsrayîlê boykot bike û balyozxaneyên wê girêdin û peywendiya pê re wek cinayet bidin zanîn û hikmê girtina Bênyamîn Netaniyahu bona girtina pêşiya xetera şerrê cîhanî cih bînin.

Serepeyv