Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran

Ciwanên hêrsbûyî yên iraqî, ji ber bêrêziya li fermandeyên şehîd ên Berxwedanê, agir berdane nivîsgeha kanala MBC ya Erebistanê li Bexdayê.

Ciwanên hêrsbûyî yên iraqî, sibeha îro Şemiyê wek berteka li hember bêrêziya kanala MBC ya Erebistanê li fermendeyên şehîd ên berxwedanê, piştî ku ketine nav nivîsgeha vê kanalê ya li navçeya Zanîngehê ya Bexdayê û alavên wan xirab kirin, agirt berdane avahiya vê kanalê.

Tevgera Hemasê jî di daxuyanyekî da nefreta xwe ji ber vî karê kanala Erebistana Siûdî ragihand û ewê wek jinavçûna exlaqê da zanîn û xwest ku ev kanala dawaya lêborînê bike. Komên berxwedana iraqê jî gef xwerin ku eger nivîsgeha vê kanalê li Iraqê neyê girêdan, dê êrişî wê bikin.

Ev kanala di raporeka tijî bêrêzî û buxtanan da, bêrêzî li cîgeha fermande û serokên şehîd ên berxwedanê kir.

Serepeyv