Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran

Berxwedana Iraqê basa êrişa bi xwefiran ser armanceka girîng a li bakûrê Erdên Dagirkirî kir.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya îro Îniyê da ragihand: Di çarçoveya berxwedana li hember dagirkiran û alîkariya ji bo xelkê Filistîn û Libnanê û bersiva li hember cinayetên Rejîma Dagirkir a Siyonîst dijî sivîlan, şervanên Berxwedana Îslamî sibeha îro Îniyê armanceka girîng a li bakûrê Erdên Dagirkirî dan ber xwefiran.

Berxwedana Iraqê li ser dewama operasiyonên xwe yên bi lezeke ber bi zêdebûnê ve dijî pêgehên dijmin pêgîrî kir. Berxwedana Iraqê ji dema şerrê Xezzê ve bi caran dijî Erdên Dagirkirî êrişên bi xwefir û mûşekan cih anîne.

Serepeyv