Cotmeh 21, 2024 16:49 Asia/Tehran
  • UNRWA: Îsraîl pêşiya rizgarkirina kesên ku di bin kavilan de mane digre

Li gorî dawîn amara Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê heta niha nêzî 43 hezar kes li Xezeyê şehîd bûne ku piraniya wan jin û zarok û kesên sivîl pêk tînin.

Çavkaniyên pijîşkî ragihandin ku ji vê sibê ve heta niha 41 filistînî di encama êrişên Rejîma Siyonîstî li navçeyên curbicur ên Zîvala Xezeyê şehîd bûne.Van çavkaniyan ragihandin ku di encama êrişên 17 rojên dawî de 640 filistînî li Cebaliya li  bakurê zîvala  Xezeyê şehîd bûne.Çavkaniyên hanê ragihandin ku di encama êrişên 17 rojên borî de li Cebaliya  li bakurê zîvala Xezeyê  640 filistînî şehîd bûne. Li gorî gotina WEzareat Tendrsutiyê ya  Fil4 sietên derbasbûyî de çendîn êriş ser dibistan û cihê mayîna awareyan pêk hatiye.Rêxistina Neteweyên Yekbûyî heftiya buhurî ragihand ku bi dehan karmendên vê rêxistinê ji 7ê Cotmehê ve di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser navendên pizîşkî û nexweşxaneyan û herwiha dayireyên vê rêxistinê de canê xwe ji dest dane.UNRWAyê  jî ragihand ku Rêjîma Siyonîst bi redkirina daxwaza vê rêxistinê ya valakirina sivîlên ku li bakurê Xezeyê di bin kavilan de mane,  gurtirkjirina qeyrana mirovî li vê herêmê berdwam dike.

Înas Hemdan, berpirsê medyayî yê UNRWAyê ragihand ku ev daxwaz li pey cinayetên jînosaydê  yên  hêzên dagirker ên siyonîst li bakurê zîvala Xezeyê hatibû kirin.

Rêxistian zêrevanê Mafên Mirovan jî ragihandiye ku Rejîma Siyonîst koçberiya bi darê zorê û birçîbûnê wek  çekeke şer li zîvala Xezeyê bi kar tîne.

Serepeyv