Dewama êrişên berxwedana Iraqê dijî meqera siyonîstan
Berxwedana Îslamî di daxûyaniya xwe ya herî dawî de derbarê sê operasyonên nû li dijî Rejîma Siyonîst agahî da.
Berxwedana Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand:Di çarçoveya berdewamiya rêya berxwedanê li hember dagirkeran û alîkariya bo gelê xwe li Filistîn û Lubnanê û dayîna bersiva cinayetên Rejîma Siyonîst a dagirker li dijî sivîlan, vê sibê têkoşerên me bi xwefiran sê meqerên girîng li bakurê herêmên dagirkirî dan ber êrişan.Berxwedana Îslamî ya Iraqê tekezî ser berdewamiya operasyonên xwe dijî meqerên dijminan kir.
Berxwedana Iraqê Ji dema şerê Xezeyê ve ji bo piştgiriya gel û berxwedana Xezeyê gelek operasyon li dijî erdên dagirbûyî pêk aniye.Artêşa Rejîma Siyonîstî êvara îniyê kuştina 2 esker û birîndarbûna 23 eskerên tîpa peya ya xwe li encama êrişa Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi xwefiran ser Golana dagirbûyî piştrsat kir.Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxûyaniya xwe de derbarê berdewamiya operasiyonên dijî navend û çeperên siyonîstî agahî da.Eva di demekê de ye duh Rejîma Siyonîst duh derbarê kuştin û birîndarbûna hejmarek ji leşkerên vê rejîmê di encama êrişa Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi xwefiran agahî da.