Iraq tazîdarê Seyîdê Brxwedanê
Rayedarên fermî û rêberên siyasî yên Iraqê tevî dayîna sersaxiyê ji ber şehîdbûna seyd Hesen Nesrullah ser piştgirî û mayîna li kêleka Lubnanê tekez kirin.
Mihemed Şiya Sûdanî serokwezîrê Iraqê tevî dayîna sersaxiyê ji ber şehîdbûna Seyîdê Berxwedanê , sê rojan şîna giştî li seranserê Iraqê ragihand û serokomarê Iraqê jî di daxûyaniyekê de bi şermezarkirina êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Lubnanê tekez kir ku êrişa ser welatiyan alûgureke metirsîdar e û gefek li dijî ewlehî û aramiya li navçê ye. Parlemana neteweyî ya Iraqê jî piştî ragehandina xebera şehîdbûna seyd Hesen Nesrullah, civînên xwe heta demeke nediyar taluq kir û ji bo piştgiriya ji Lubnanê Lubnanêkombûnek li dar xist.Seyd Emar Hekîm Tevgera Hekme û Muqteda Sedr, rêberê tevgera Sedr li hin daxûyaniya xwe, şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah û hevrêyên wî di encama êrişa hovane ya duh înê ya Rejîma Siyonîst de peyamên sersaxiyê dan.
Şêx Xalid El-Mela yek ji rayedarên ehlê Sunneya Iraqê jî ragihand ku Seyd Başûr û rêberê berxwedana wêrekane şehîd bû. Wezîrê Xwendina Bilind a Iraqê Neîm El-Ebûdî jî got: Kincên şehadetê hema li bejn û bala Seyîdê Berxwedanê dihat.