Îlon 13, 2024 17:21 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 6 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş li Iraqê derbarê kuştina 6 serkirdeyên DAIŞê di zincîreyeke operasyonan de li çola Enbarê di dawiya Tebaxa borî de agahî da.

 Fermandeyê Operasyonên Hevbeş a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku bi zanyariyên bidest ketine û operasyonên teknîkî û meydanî yên berdewam, Serwîsa Îstixbarata Neteweyî ya Iraqê roja pêncşemiyê 29ê Tebaxê  operasyonek bo êrişa ser meqerên serkirdeyên terorîstên DAIŞê  pêk anî. Ev operasiyona bi navê Operasyona bazdana reş bi beşdariya hêzên bejayî ûhewayî yên Iraqê dest pê kir û di wê operasyonê de hejmarek serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin.

Di vê operasiyonê de artêşa Îraqê karî hijmareke zêde çek, alav, kelûpelên locîstîk û teknîkî, kompiyûter, telefon û belgeyên girîng yên cezayê  zewt bike û her wiha di vê operasiyonê de zêdetirî 10 kemberên teqînê jî hatin pûç kirin û teqandin. Her wiha bombe û madeyên teqemeniyê yên DAIŞ’ê hatin keşfkirin û zewtkirin û 7 trimbêlên cuda yên ku serkirdeyên DAIŞ’ê bikar dianîn hatin têkbirin û şewitandin.

 

Serepeyv