Tu rêketin di navbera rejîma berê ya Iraqê û Tirkiyê de derbarê êrişa ser Herêma Kurdistanê de tine
Endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya parlemana Iraqê got: Turêketinek di navbera rejîma berê ya Iraqê û Tirkiyê de derbarê êrişa ser Herêma Kurdistanê tine.
Elî Neime El-Bendawî ,Nûnerê Hevpeymaniya Hêzên Rêvebir hikûmetê û Endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlemana Iraqê amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye di êrişa ser Herêma Kurdistanê de ser rêketinên rêjîma berê ya Iraqê pêgiriyê dike û hebûna her rêketinekê di navbera Tirkiyê û rejîma berê ya Iraqê de red kir.
Vî endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlimana Iraqê li gotûbêja digel ajansa nûçeyan a El-Ahed News`ê got: Komisyona ewlehî û berevaniyê ya parlemana Nûneran êrişa Tirkiyê ser bakûra Iraqê wek destwerdan û destdirêjiyekê ser beşeke girîng ji xaka Iraqê dinirxîne.
El-Bendawî diyar kir ku Enqere her tim pêgiriyê dike ser peymana ku di sala 1991'an de di navbera xwe û rejîma berê de hatiye îmzekirin, ku rê dide Tirkiyê 5 kîlometre di kûrahiya axa Iraqê de ji bo sê rojan bikeve nava axa Iraqê û destnîşam kir:
Ev rêketin ji ber lawazbûna hikûmeta Iraqê di dema şerê li gel Îranê û şerê Kuweytê de hatiye îmzekirin û niha jî ji ber rewşa aloz a Iraqê, hikûmeta Tirkiyê wê meselê ji xwe re dike hincet.