Rabûna Iraqê ji bo bihêzkirina şiyanên xwe yên berevaniyê hevgavê dawîhatina erkdariya Amerîka
Serokwezîrê Iraqê îro şemiyê navenda operasyonê ya nû ya fermandariya berevaniya esmanî vekir.
Mihemed Şiya El Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê îro navenda operasyona nû ya fermandehiya berevaniya esmanî vekir û ji rapora fermandê berevaniya esmanî li bara pergalkirina navenda nû bi sîstemeke radar a pêşketî û nûjen bi şiyana bilind a diyarbûn û teşxîsê, agehdar bû.Ev kiryar di çarçoveya hewldanên Fermandehiya Berevaniya Esmanî ji bo baştirkirina jêrxana girêdayî kontrolkirin û dabînkirina ewlehiya esmanê Iraqê cih tê.Sûdanî tekez kir: Armanca me parastina ewlehî û serweriya Iraqê li gorî bernameya hikûmetê di warê berevaniyê û rawestana li himber kêşeyên ewlehiyê bi taybetî di qonaxa piştî bidawîhatina erkdariyên hevpeymaniya navdewletî ya Amerîkayê ye.Wî got ev şopandin û rawestana li himber hemû gef û binpêkirinên terorîstan û bihêzkirina şiyanên hişyarkirina lezgîn bi pêşketina teknolojiya berevaniya asmanî li welatên cîran û navçeyê berdewam dikin.