Hezîran 08, 2024 09:44 Asia/Tehran
  • Êrişa bi xwefiran a berxwedana Iraqê ser hedefeke girîng li erdên dagirkirî

Berxwedana Îslamî ya Iraqê vê sibê bi daxuyaniyekê ragihand ku navçeyeke leşkerî li erdên dagîrbûyî bûye bi xwefiran kiriye armanc.

Berxwedana Îslamî ya Îraqî sibeha Şemîyê ragihand ku armanceke girîng li erdên dagirkirî yên Filistînê  kirine armanc.

Berxwedanê di daxuyaniyeke kurt de diyar kir ku têkoşerên  wê ev operasyon bi xwefiran pêk anîne. 

Berxwedana Îslamî ya Iraqê her wiha tekez kir ku ev operasyon ji bo piştgiriya ji zîvala Xezeyê û ji bo dayîna bersiva komkujiyên dagirkeran li dijî Filistîniyan pêk hatiye û soz da  îmhakirina çeperê dijmin, ji bo yekalîkirina qonaxa duyemîn a operasyona berxwedanê  li himberî dagikiran were berdewamkirin.

Her wiha  hêjayî gotinê ye ku berxwedana Îslamî ya Iraqê operasyonên xwe  dijî hedefên li herêmên dagirbûyî yên Filistînê didomîne û di qonaxa duyemîn  jî bi taybet benderên dagirkeran dê bide ber êrişan. 

Dawîn operasyona ragihandî ya berxwedana Iraqê beriya operasyona îro, eva bû ku roja pêncşemê bi  bixwefiran û hêzên çekdar ên Yemenê bi  2 operasyonên leşkerî  bendera Heyfa ya dagirbûyî bike hedef.

 

Serepeyv