May 11, 2024 07:43 Asia/Tehran
  • El-Sudanî daxwaza rawestandina çalakiyên

Serokwezîrê Iraqê di nameyekê de ji Sekreterê Giştî yê NY re daxwaz kir ku erkdariya şanda alîkariyê ya NYji bo Iraqê di Kanûna 2025an de bidawî were.

Muhemed Şiya El-Sudanî Serokwezîrê Iraqê di nameyekê de ji  Antonyo Gotêrêş Sekreterê Giştî yê NY  re xwest ku erkdariya şanda alîkariyê Alîkariya NY ya ji bo Iraqê (UNAMI) bi dawî bibe.

Sûdanî di vê nameyê de daxwaza bidawîkirina tam û tekûz a erkê wê rêxistinê di dawiya sala 2025an de kiriye û tekez kiriye, ku êdî ti sedemeke jibo  hebûna wê li Iraqê nemaye.Wî balkişand li ser wê yekê ku nûneratiya  alîkariyê ya NY (UNAMI) curekî hevkariyên dualî di navbera Iraq û NY de ye, ku divê li ser bingeha rawêjkariya dualî û rêzgirtina ji  serweriya Iraqê be û hewldanên vê rêxistinê di dema mayî de divê tenê li ser dozên reforma aborî  pêşkêşkirina xizmerguzariyan, geşatiya mayînde, guhertinên av û hewayê û berûlayên din ên geşatiyê be.

Serepeyv