Nîsan 01, 2024 09:16 Asia/Tehran
  • Erkantiya Operasyonên Hevpar a Iraqê: Me tu hewcetî bi hejmareke zêde ya hêzên navdewletî nîne

Cîgirê Fermandê Operasyona Hevpar a Iraqê bal kişand ser vê yekê ku gera sêyem a gotûbêjên ewlehiyê yên navbera Bexda û hevpeymaniya navdewletî bi dawî hatiye û got Iraqê pêwîstî bi hebûna hejmareke zêde ya hêzên navdewletî nîne.

Qeys El-Mihemedawî diyar kir ku sê komîteyên ewlehiyê  ser mijara derketinahêêzn hevpeyman ji Iraqê lêkolînê dikin û got: ev komîte li ser nirxandina şaneyên mayî yên DAIŞê, amadekirina çekan û nirxandina rewşa operasyonê xebatê dikin û fermandarên ewlehiyê jibo bidawîkirina rawestandina erkdariya hevpeymaniya navdewletî dê nêrînek ji bo geşeya Hêza Esmanî û agahiyên deqîq ji bo kutakirina erkdariya hevpeymaniya nadewletî raberî serokwezîr ku fermandê gişt hêzan e, bikin.Wî diyar kir: Iraq renge ji bo hevkariyên ewlehî û istixbaratî û tevlîbûna sîstema navneteweyî ya dijî terorîzmê bi hevpeymaniya navdewletî re peymanên ewlehiyê îmza bike. 

Ev gotin  di demekê de hatin hilêxistinku Balyoza Amerîka li Iraqê Alîna Romanovskî ragihand ku heta niha çalakiyên hevpeymaniya navdewletî ya ji bo têkbirina tam a koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê bi dawî nebûye.

 

Serepeyv