Adar 30, 2024 18:18 Asia/Tehran
  • Teqeziya serokomarê Iraqê ser pêwîstiya lezkirina dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê

Ebdulletîf Cemal Reşîd di hevdîtina bi Têyf Samî, Wezîrê Darayî yê Iraqê tekezî li ser bilezkirina dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistana Iraqê kir.

Ebdulletîf Reşîd, serokomarê Iraqê, di vê hevdîtinê de  li ser hin mijarên aborî û darayî  gotûbêj kirin û serokomarê Iraqê tekez li ser cîbicîkirina planên nûjen ên stratejî kir ku dê asta aborî ya Iraqê baştir bike Ewlehiya darayî ya hikûmet û welatiyan pêk bînin û amaje bi bilezkirina mûçeyên karmend, malnişîn leşkeran, şehîdan, qurbaniyên Enfalê û kesên ku di i nav sîgirteya Herêma Kurdistana Iraqê de ne, bê lezkirin.

Wî bi taybetî piştî biryara dadgeha federalî got:Paşdexistina dayîna mûçeyên çîn û qatên navborî bandoreke rasterast li ser rewşa jîyan, aborî û civakî ya Herêma Kurdistanê kiriye.

Herwiha tekezî li ser pêşxistina asta hevahengiya di navbera desthilata kargêr û yasadanînê de ji bo pesendkirina bûdceya giştî ya sala 2024an, piştgirîkirina bernameya xizmetguzariyê ya hikûmetê, hêsankirina tedbîrên sermayerazandinê û hewla pesendkirina hin yasayan ji bo baştirkirina jiyana xelkê Iraqê li seranserê vî welatî kir. 

Wezîrê darayî yê Iraqê jî di vê hevdîtinê de  bal kişand  ser vê yekê ku ev wezaretxaneya hez dike berûlayên aborî yên bernameya hikûmetê bo geşatiya giştalî û raberkirina xizmetguzariyên herîbaş bo welatiyan cih bîne. 

 

Serepeyv