Tabûrên Hizbullaha Iraqê: Emerîkî naxwazin ji welatê me derkevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i347123-tabûrên_hizbullaha_iraqê_emerîkî_naxwazin_ji_welatê_me_derkevin
Ebû Elî Eskerî, berpirsê nivîsgeha ewlehiyê ya Tabûrên Hizbullaha Iraqê îro vê sibê got: Em ti guhertinekê di reftar û kiryarên hêzên dagîrker ên Amerîkayê de nabînin û ew naxwazin ku ji welatê me derkevin.
(last modified 2024-03-16T00:23:34+00:00 )
Adar 16, 2024 03:41 Asia/Tehran
  • Tabûrên Hizbullaha Iraqê: Emerîkî naxwazin ji welatê me derkevin

Ebû Elî Eskerî, berpirsê nivîsgeha ewlehiyê ya Tabûrên Hizbullaha Iraqê îro vê sibê got: Em ti guhertinekê di reftar û kiryarên hêzên dagîrker ên Amerîkayê de nabînin û ew naxwazin ku ji welatê me derkevin.

Eskerî her wiha got: Amerîkiyan heta niha ti guhertinek di gotinên xwe de jî pêk neanîne, ku ev yek nîşana xapandin û kirîna demê ye û ew dixwazin hêzên wan li Iraqê bimînin.

Vî rayedarê  Tabûrên Hizbullaha Iraqê got: Divê hikûmet û piştgirên wê û ji wan çarçoveya hemahengiya komên  şîe, dawî li hebûna dagirkeran li Iraqê û parêzbendiya wan bînin, neku dê deriyê dojehê  ser wan de were vekirin.

Wî derbarê hevkariyên Kurdistana Iraqê bi Rêjîma Siyonîst jî got: Hevalên me di warê komkirina agahî, belge û îtirafên ku îsbat dikin ku Hewlêr hêlîna sîxuriyê û cihê komployê li dijî berjewendiyên Iraqê û  meqereke pêşkeftî ya Rejîma Siyonîst e.

Wî destnîşan kir ku divê berevaniyê bikin ji kiryarên ku Heda Şebî û fermandeyên wê jibo gel û hikûmeta Iraqê  di qonaxên hestyar ên welêt de kirine û divê em rêzê li wan bigrin.