Tabûrên Hizbullaha Iraqê: Emerîkî naxwazin ji welatê me derkevin
Ebû Elî Eskerî, berpirsê nivîsgeha ewlehiyê ya Tabûrên Hizbullaha Iraqê îro vê sibê got: Em ti guhertinekê di reftar û kiryarên hêzên dagîrker ên Amerîkayê de nabînin û ew naxwazin ku ji welatê me derkevin.
Eskerî her wiha got: Amerîkiyan heta niha ti guhertinek di gotinên xwe de jî pêk neanîne, ku ev yek nîşana xapandin û kirîna demê ye û ew dixwazin hêzên wan li Iraqê bimînin.
Vî rayedarê Tabûrên Hizbullaha Iraqê got: Divê hikûmet û piştgirên wê û ji wan çarçoveya hemahengiya komên şîe, dawî li hebûna dagirkeran li Iraqê û parêzbendiya wan bînin, neku dê deriyê dojehê ser wan de were vekirin.
Wî derbarê hevkariyên Kurdistana Iraqê bi Rêjîma Siyonîst jî got: Hevalên me di warê komkirina agahî, belge û îtirafên ku îsbat dikin ku Hewlêr hêlîna sîxuriyê û cihê komployê li dijî berjewendiyên Iraqê û meqereke pêşkeftî ya Rejîma Siyonîst e.
Wî destnîşan kir ku divê berevaniyê bikin ji kiryarên ku Heda Şebî û fermandeyên wê jibo gel û hikûmeta Iraqê di qonaxên hestyar ên welêt de kirine û divê em rêzê li wan bigrin.