Adar 11, 2024 18:15 Asia/Tehran
  • Çima nirxên li bazara Iraqê bi hatina meha Remezanê re, bilind dibe?

Bi destpêkirina meha Remezanê re, nirxê pêdiviyên rojane yên welatiyên Iraqê bi awayekî berçav bilind dibe, ji ber ku hin bazirgan ji vê mehê sûdê werdigirin da ku herî zêde qezenc werbigirin.

Pisporên Iraqî, ji ber rewşa di bazaran de ku hin bazirgan ji bo sud ji meha Remezanê bigirin, nirxê pêdawîstiyên rojane bilind dikin, daxwaza tundkirina tedbîran ji bo kontrolkirina bazaran dikin, bi taybetî di firoşgehên mezin de.

Divê Banka Navendî lijneyan ji bo çavdêrîkirin û lêpirsînê bişîne cihên firoşgehên mezin ku kontrola bazaran dikin, da ku bizanin ew nirxên kelûpelan bi rengekî ku ji nirxên ku ji wan re hatine destnîşan kirin cudatir bilind dikin yan ne. Ji bo kontrolkirina nirxên li bazaran gelek hewl tê dayîn da ku bandor li çîna hejar nebe. Li ser vê yekê Wezareta Bazirganiyê gelek tedbîrên pêwîst ji bo rêgirîkirina bilindkirina nirxên kelûpelan girtiye. Yek ji wan jî ji bo alîkarî dayîna malbatên dahata wan kêm belavkirina sepetên alîkariya Remezanê ye.

Serepeyv