Adar 02, 2024 16:03 Asia/Tehran
  • Vekirina dosiyeke nû li dijî hejmarek ji berpirsên herêma Kurdistana Iraqê li dadgeha Amerîkayê

Sindoqa Qurbaniyên Herêma Kurdistana Iraqê dosyeyeke nû ya yasayî li dadgeha federal a Washingtonê dijî Mesrûr Barazanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û hejmarek ji endamên malbata Barzanî û berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistana Iraqê vekir.

Ev dosiye ji 322 rûpelan pêk tê.

 Yên ku doz vekirine, tawanbaran bi  tawanên mîna  berpirsiyariya komkujiya êzîdiyan bi destê DAIŞê, hevkariya bi rêxistinên terorîst, kuştin û şikencekirina xelkê heta amerîkiyan, revandin û bêserûşûnkirina mirovan  û şûştina pereyan û bikaranîna rêbazên sextekarî xwe firredana jhi dayîna sermalê  ji bo hikûmeta Amerîkayê, xisarkirina pere û alîkariyên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê, qaçaxa madeyên hişber, elkol û vexwrainên elkolî, bazirganiya çekan, xapandin û firotina madeyên hişber û cigareyê,çalakiyên neqanûnî yên mîna sondxwarian bi derew, astengîderxistian ser riya  xebatên beşa dadweriyê, diziya  lêzanînan ji riya kopiyoterê, sextekariya koçberiyê, tepeserkirina azadiyê, girtin û êşandina girtiyan û şikandina alavên rojnamevanan  tawanbar kirin.Serokê Sindoqa Qurbaniyên  Herêma Kurdistana Iraqê Stîfên Mark di dosiya xwe de ragihand ku wan daxwaza  dayîna  xisareta 9 milyar dolar ji bo kesên ku ji aliyê tawanbaran ve hatine îşkencekirin û ziyan dîtine, kirine.

Dadgeha Federal a Waşîngtonê jî derbarê vê dosyê de hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê agahdar kiriye ku divê bersiva dadgehê bidin, neku dadgeh dê li dijî wan biryarê bide. 

 

 

Serepeyv