Adar 02, 2024 15:24 Asia/Tehran
  • Bargeheke DAIŞê li parêzgeha Kerkûka Iraqê hat rûxandin

Hêzên iraqî di operasiyonekê de baregeha terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê ji nav birin.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê veşartgeheke endamên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê li Bakurê Iraqê kirin armanc.

Hêzên Îraqî bi firokeyên F-16 meqera koma têrorîst a DAIŞ`ê li devera El-Şayê li Kerkûkê dan ber êrişan ku di encama vê êrişê de hejmarek ji endamên vê koma têrorîst hatin kuştin û ewder tevî alavên cengê û  û çekên DIŞIê  tam ji nav birin. 

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku dê operasyonên xwe yên berfireh li dijî endamên din ên DAIŞê û herwiha veşartgehên wan li seranserê Iraqê berdewam bikin û Heşda Şeibî tev hêzên ewlehiyê yên wî welatî hewl didin endamên terorîst  bişopînin û  hemiya bigrin. 

 

Serepeyv