Hişyariya berxwedana Îslamî ya Iraqê derbarê dayîna parêzbendiyê bo leşkerên biyanî
Berxwedana Îslamî ya Iraqê tekez kir, ku eger Waşîngton daxwaza hikûmeta Bexdayê ji bo diyarkirina erkê hêzên xwe qebûl kir ji ber êrişên berxwedanê ye.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê daxuyaniyek bi daxûyaniyekê teqez kir ku pêşnumaya parlemanê û piştevaniya gelanî ji derxistina hêzên biyanî, di salên borî de ji ber fend û fêlên Amerîkayê nehgêştiye ti encamekê.
Amerîka hewil dide planên xwe yên hovane li Îraq û navçeyê cih bîne û eva ku Waşîngtonê daxwaza hikûmeta Iraqê ji bo diyarkirina erkê hêzên xwe qebûl kir ji ber êrişên berxwedanê ye.
Di vê daxûyaniyê de hatiye ku di dereqa bi salan têkoşînê, ji xeynî xapandin û zorê, tiştek ji dijminê amaerîkî nedîtiye û ev welata her dem hewl daye ku demê bikire da ku bi qasî ku pêkan be planên xwe yên xerab pêk bîne lewma bersiva berxwedana Îslamî bo Amerîkayê, berdewamiya operasyonên cîhadî li dijî hebûna hêzên biyanî ye Em hişyariyê didin ji dayîna parêzbendiyê bi her mehneyê ji bo her komeke biyanî.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê Amerîkayê berpirsê sereke yê êrişên artêşa Israîlê ser zîvala Xezeyê dizane û tekez kir ku heta êrişên ser gelê Filistînê berdewam bin dê li operasyonên xwe yên li dijî meqerên dijmin berdewam bikin. Berxwedana Iraqê her wiha dîmenên dema avêtina balafira bêfirokevan ji bo êrişa ser baregeha Amerîkayê ya li balafirxaneya Hewlêrê weşand.