Çile 06, 2024 17:44 Asia/Tehran
  • Esayîb Ehlê Heq a ​​Iraqê tekezî ser derxistina leşkerên biyanî ji vî welatî kir teqez kir

Sekreterê Giştî yê Esaibê Ehlê Heq a Iraqê tekezî ser pêwîstiya derxistina leşkerên biyanî û di serî de dagirkerên Amerîkayê ji Iraqê kir.

Qêys  El-Xezelî, Sekreterê giştî yê Ehlê Heqa Iraqê di daxuyaniyekê de bi boneya salvegera damezrandina artêşa  vî welatî  got: Ji ber serkeftinên mezin ên hikûmetê di vê qonaxê de û rola taybet û pisporane ya lehengên Hêzên artêşê di cîbicîkirina erka parastina welat li hember gefên derve û komên terorîst de, em dixwazin ku hemû hêzên leşkerî ji welêt derkevin û  hêzên biyanî ser navê hevbendiya navdewletî  demlidest li gor  xişteya demê bên derxistin.

Sekreterê giştî yê Esaib Ehlê Heq a Iraqê tekez kir:

Bi vê minasebetê em destên serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar digoşînin û piştevaniya xwe ya tam ji axiftina  wî  di çaremîn salvegera şehîdbûna fermandeyên serketinê  radigihînin,  Ji ber ku di vê axaftinê de  wîdaxwaza rawestandina hebûna hevpeymaniya navdewletî li Iraqê kir.

Piştî cinayeta Amerîkayê derheq kuştina serdar Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis û hevalên wan li balafirxaneya Bexdayê, Parlemana Iraqê biryara derketina hemû hêzên biyanî ji vî welatî da.

 

Serepeyv