Çile 05, 2024 15:36 Asia/Tehran
  • El-Sûdanî derbarê avakirina komîteyek dualî ji bo plan darêştina bo vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê agahî da

Serokwezîrê Iraqê derbarê avakirina komîteyeke dualî ji bo plandarêştina bo vekişîna hêzên hevpeymaniya navneteweyî bi serkirdetiya Amerîka ji Iraqê agahî da.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî di merasima fermî ya Bîranîna Fermandeyên Serkeftinê de got ku hikûmeta Iraqê tekê alî ye ku mafê pêkanîna qanûnê li ser axa xwe heye û destnîşan kir: Mafê tu aliyekê nîne ku destdirêjiyê ser serweriya Iraqê bike.

Serokwezîrê Iraqê teqez kir ku dê qet ji mijara bidawîkirina hebûna hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê paşve nakişin. Wî got:

 Em niha bodestpêkirina xebatên komîteya dualî demê diyar dikin ji bo bidawîkirina hebûna hêzên hevpeymaniyê li Iraqê heta hetayê.

Sûdanî her wiha got: Amerîkayê bi êrişa xwe ya vê dawiyê serweriya Iraqê û yasayên navneteweyî binpê kirin û got: Hêzên Heşdî Şeibî nûneratiya dezgeheke fermî ya girêdayî hikûmetê û ser bi  hikûmetê û  şopînerê wê û beşeke cudanebûyî ji  hêzên çekdar ên Iraqê ne

Sûdanî di beşeke din ji axaftinên xwe de bal kişand  ser êrişa terorîstî ya Amerîkayê û şehîdkirina serdar Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis alîkarê fermandê Heşda Şeibî  ûHecî Qasim Silêmanî jî wek mêvanê iraqiyan ku eva cinayeteke hovane dijî  hemû adet û rêzikname û yasayên peywendiyên Iraq û Amerîkayê bû.

 

Serokomarê Iraqê roja pêncşemê êrişa Amerîkayê ser baregeheke ewlehiyê li Bexdayê ku girêdayî Heşda Şeibî bû, şermezar kir.

 

Serepeyv