Çile 05, 2024 15:32 Asia/Tehran
  • Heşdî Şeibî: Êrişên Amerîkayê weke êrîşa li ser serweriya Iraqê ye/ Sekreterê Giştî yê Tevgera Nûcebayê soza da tolê  hilde

Heşda Şeibî ya Iraqê tekez kir ku êrişa Amerîkayê ser meqerên van hêzan weke êrişa ser serweriya Iraqê û ser rayedarên ewlehiyê yên Iraqê ye û Tevgera Nûcebayê jî ragihand ku terorkirina şehîd Muşteq Talib el-Seîdî dê rê li ber êrişa ser meqerên amerîkiyan negre.

 

Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê tekez kir ku kiryara cinayetkarane ya Amerîkayê derheq  êrişa ser navçeyên axa  Iraqê, êrişa ser serwerî û rayedarên ewlehiyê yên Iraqê û lawazkirina hemû yasa û qayîde qirarên navdewletî û ev tundûtûjiya metirsîdar, nîşana pêgiriya eşkere ser binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Endamê Tevgera Nûceba li Iraqê Mihemed El-Mûsewî jî bal kişande ser wê yekê ku terorkirina li Bexdayê ku di encamê de 2 endamên hêzên berxwedanê yên Iraqê şehîd bûntêkiliya xwe heye bi êrişa terorîstan li Kermanê û  her wiha  terorkirina Şehîd Salih El-Arûrî, cîgirê serokê polîtboroya tevgera Hemasê li başûrê Beyrûtê, ku vê dawiyê qewimî

El-Mûsewî got: Iraq li dijî hebûna Rejîma Siyonîst e û heye û aliyê sereke yê pevçûnê bi wê re ye.

Sekreterê Giştî yê Tevgera El Nûcebayê, Şêx Ekrem El-Kebî jî di peyama xwe ya sersaxiyê de ji ber şehadeta şehîd Muştaq Talib El-Seîdî got ku em xwe berpirsiyar dibînin ku tola xwe  ji

dagirkerên xayîn hilînin.

 

 

 

Serepeyv