Kanûn 30, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • Amirî: Em dixwazin dema derketina amerîkiyan ji Iraqê were diyarkirin

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir a Iraqê got: Êrişên Amerîkayê ser Iraqê berdewam dikin û vê dawiyê jî em şahidê êrişên Amerîkayê li Iraqê bûn, ji ber wê jî em dixwazin hêzên Amerîkayê ji welatê me derkevin.

Hadî El-Amirî, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir a Iraqê got: Destdirêjiyên Amerîkayê ser  Iraqê berdewam dibin û  em dixwazin ku hikûmet ji bo derketina hêzên biyanî ji Iraqê demekê diyar bike.

Wî got, her kesê ku îdia bike ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê nikarin welat biparêzin, xayin e.

El-Amirî got, heta dema ku hêzên dagîrker ên Amerîkayê li Iraqê bin, ev yek tê wateya rijandina xwîneke zêdetir li welatê me û  bi vî awayeî em nikarin ku şiyaên xwe yên leşkerî bi pêşde bixin. 

Wî her wiha got, Amerîka nahêle ku iraqî bi xwe heta helîkopteran jî teimîr bikin.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir a Iraqê got:

Divê ji bo parastina xwîna ewladên xwe û bi taybetî endamên berxwedêran û parastina ewlehiya Iraqê, ji bo derketina amerîkiyan demeke zelal  kivş bikin. 

 Hêzên ewlehiyê û artêşa Iraqê dikarin ewlehiyê biparêzin û pêwîstiya me bi hêzên derve nîne. Her kesê ku dibêje em hewce ne ku leşkerên Amerîkî bihêlin, işkestxwarî tirsonek ûkirêgirtî ye.Amirî derbarê alûgurên li Xezeyê jî got: Rejîma destdirêjkar aa Siyonîst û Amerîkayê nekarîn serketineke leşkerî li Xezeyê bi dest bixin, ji ber wê jî dest bi komkujiyê kirin.

Serepeyv