Hevalbendîya Nebnî ya Iraqê: Posta parêzgarîya Kerkûkê yê di destê ereban da bimîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i345603-hevalbendîya_nebnî_ya_iraqê_posta_parêzgarîya_kerkûkê_yê_di_destê_ereban_da_bimîne
Yek ji rêvebirên Hevalbendîya Nebnî ya Iraqê tekez kir ku liv û tevgerên sîyasî yên ji bo avakirina hevalbendîya sîyasî ya nû bi merema nasandina parêzgarê nû yê Kerkûkê didomin û got: Ev posta yê di destê pêkhateya ereban da bimîne û radestî partîyên sîyasî yên din neyê kirin.
(last modified 2023-12-25T12:25:50+00:00 )
Kanûn 25, 2023 15:44 Asia/Tehran
  • Hevalbendîya Nebnî ya Iraqê: Posta parêzgarîya Kerkûkê yê di destê ereban da bimîne

Yek ji rêvebirên Hevalbendîya Nebnî ya Iraqê tekez kir ku liv û tevgerên sîyasî yên ji bo avakirina hevalbendîya sîyasî ya nû bi merema nasandina parêzgarê nû yê Kerkûkê didomin û got: Ev posta yê di destê pêkhateya ereban da bimîne û radestî partîyên sîyasî yên din neyê kirin.

Elî Zubeydî di hevpeyvînekê da got: Partîyên kurdistanî li Kerkûkê dê tenê ji mafên qanûnî û pişka ku di hilbijartinên vê herêmê da bi dest xistine sûdmend bibin û hejmonî û vîna ku wan partîyana berê li Kerkûkê disepandin, yê idî dubare nebe.

Vî endamê Hevalbendîya Nebnîyê herwiha got: Hêzên sîyasî yên ereb li Iraqê lihev kirine ku postên hikûmî di Konseya Parêzgeha Kerkûkê da nedin partîyên din, ji ber ku ev parêzgeha yê iraqî bimîne û em dê rê nedin ti planek ji bo lîstina bi pêkhate yan etnîkên vê parêzgehê ra were bicihanîn.

Berî vîya Izam Hemdanî Berdevkê Hevalbendîya Ezm a Iraqê basa hewlên berfire yên alîyên sîyasî yên ereb û turkmanî ji bo nasandina berbijarê xwe yê posta parêzgarîya Kerkûkê û kiribû û pêgirî kiribû ku turkman hewil didin berbijarê xwe yê posta parêzgarîya Kerkûkê bidin nasandin û nehêlin partîyên kurdistanî vê postê bi dest bixin.