Êrîşa ser baregeha Amerîkayê li Eynul-Eseda Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i345396-Êrîşa_ser_baregeha_amerîkayê_li_eynul_eseda_iraqê
Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wek berteka li hemberî cinayeta dijî filistîniyan li Xezeyê baregeha leşkerên Amerîkayê li Eynul-Eseda Iraqê daye ber êrîşê.
(last modified 2023-12-15T10:48:33+00:00 )
Kanûn 15, 2023 13:14 Asia/Tehran
  • Êrîşa ser baregeha Amerîkayê li Eynul-Eseda Iraqê

Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wek berteka li hemberî cinayeta dijî filistîniyan li Xezeyê baregeha leşkerên Amerîkayê li Eynul-Eseda Iraqê daye ber êrîşê.

Li gorî rapora Kanala Saberin News'ê li Telegramê, ev êrîş berbanga Îniyê bi avêtina xwefirrê pêk hatiye. Li gorî vê raporê dûkel ji baregeha Eynul-esedê rabûye asimên. Hîn ji kuştî û zirarên îhtimalî yên van êrîş û teqînan ti raporek derneketiye.

 

Di rojên raborî da, baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê çend caran ketine ber êrîşên bi xwefirr, roket û mûşekan ên ji aliyê Berxwedana Îslamî ya Iraqê va. Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi dû cinayet û êrîşên hovane yên Rejîma Îsraîlê dijî gelê mezlûm ê Filistînê nemaze Xezeyê û piştevaniya Waşîngtonê ji van êrîşan, Amerîka hişyar kiribû ku baregehên wî welatî dê bide ber êrîşê.