Cotmeh 20, 2023 15:16 Asia/Tehran
  • Serokê Fraksyona Bereya Tirkemanî li Meclîsa Iraqê: Kurd piştî sala 2003an di rêveberiya Parêzgeha Kerkûkê da bi ser neketin

Serokê Fraksyona Bereya Tirkemanî li Meclîsa Iraqê got: Kurd piştî sala 2003an di rêveberiya Parêzgeha Kerkûkê da bi ser neketin.

Erşed Salihî Serokê Fraksyona Bereya Tirkemanî li Meclîsa Iraqê di hevpeyvîneke taybet da her wiha got: Tirkmen ji wan qewman bûn ku zêdetir ji hemiyan daxwaza sepandina qanûnê li Parêzgeha Kerkûkê kirine.

Salihî ragihand ku 6ê Cotmehê dîrokeke çarenûssaz li Parêzgeha Kerkûkê ye; ji ber ku dasepandina qanûnê li vê parêzgehê di vê rojê da pêk hatiye.

Serokê Fraksyona Bereya Tirkemanî li Meclîsa Iraqê tevî tekeziya ser vêya ku rêveberên Perwerdehiyê yên Parêzgeha Kerkûkê divê tenê ji welatiyên vê parêzgehê bin, ne derveyî wê, got: Rêveberiya Giştî ya Tenduristî û Derman a Kerkûkê jî para tirkmenan e û Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê kesayetiyekî ereb wek Alîkarê vê postê tayîn kiriye.

 

Serepeyv