Cotmeh 02, 2023 08:18 Asia/Tehran
  • Beşdariya Heşda Şeibî di projeyên avedankirina Iraqê de

Serokê Heşdî Şeibî got: Ev rêxistin bi şiyanên xwe dê bimicidî beşdarî proje û karên avedankirina Iraqê bibe.

Falih El-Feyaz di merasima rêzgirtina ji hêzên vê rêxistinê yên ku di merasima serketî ya meşa Erbeînê ya Îmam Husên (S) de beşdar bûn,got ku Heşda Şeibî bi rêya kompanyaya xwe ya endazyarî amade ye di avedankirina îmkanên wek  basikê avahîsaziyê û xizmetê ji bo beşa taybet hevkariyê bike

Feyaz bal kişand ser vê yekê ku vê rêxistinê di Cîhada Xizmetguzariyê de roleke girîng heye û got: Heşdî Şeibî hevrê di gel hikûmet û gel re ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan û beşdariya di pirojeyên mezin de ku Iraqê di nav de di rêza welatên pêşkeftî de ye ,li pişta hikûmetê ye.Serokê Heşda Şeibî amaje bi merasîma serketî ya meşa Erbeînê jî kir û got: Îmam Husên (S) mezintirîn nîşana îslamê ye û rêya mayîna mirovahiyê nîşan dide û gelê Iraqê pêwendiyeke taybet bi Îmam Husêyn (S) heye û em şanaziyê bi wê yekê dikin ku welatê me termê paqij ê vî îmamê di xwe de cih kiriye û merasima Erbeînê ne tenê li Iraqê, lê li hemû cîhana îslamê berfireh bûye.

 

منبع خبر

Serepeyv