Îlon 29, 2023 16:17 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Emê ji sûcdarên karesata Hemedaniyê derbas nebin

Serokwezîrê Iraqê ser pêwîstiya bersivdayîna tawanbarên şewata li hola daweteke bajarokê Hemdaniyê li parêzgeha Neynewayê ya Iraqê teqez kir.

Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê ku roja pêncşemê sefera Hemedaniyê ya  parêzgeha Neynewayê kir, sersaxî da malbatên qurbaniyên buyera şewata diltezîn a li hola dawetê û got ku ev bûyera diltezîn dilê hemî Iraqiyan birîndar kiriye û gel bi xemgîniyeke zêde hevxemiya xwe bi qurbaniyên vê bûyerê û birîndaran  re ragihandine.

Sûdanî tekez kir ku xemsarî û neberpirsiyarî di vê bûyera diltezîn de rola xwe hebûye û erkê me weke hikûmet ew e ku li hember vê kêmasiya mezin rawestin.

Her ji destpêka vê bûyerê ve, min ferman da wezîrên navxwe û tendirustiyê ku lêkolînê li ser rewşa vê bûyerê bikin û dermankirina birîndaran destpê bikin û em berdewam bi parêzgar re ketibûn têkiliyê.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got, encamên lêkolînan nîşan dide ku  kesên xemsarî kirine kî bûne  ji ber ku pêştir diyar bû kî di  avahîsaziya neewleh de rola xwe hebûne û sîstî kirine.

Sudanî teqez  kir: Hejmareke zêde ji xelkê di encama vê bûyerê de canê xwe ji dest dan an birîndar bûn  û gelek kesan xemsarî kirin ku  divê li gor qanûnê  berpirsyar bin.

Li gorî raporên pizîşkî, dê hejmarek ji birîndaran bo dermankirinê bên veguhestin bo dervey Iraqê.

Xebatkarên Wezareta Tenduristiyê bi hewldaneke zêde her cure xizmetên tenduristiyê pêşkêşî birîndaran kirin.

Di halekî de  ku guman û texmînên derbarê sedema şewata merasima daweta Hemdaniyê  berdewam in, Morteza Esed Şebekî, yek ji hevalên zava di merasima dawetê de tekez kir:

Tişta ku şeva karesatê qewimî ne tenê ji ber  lîstokên bi şewat bû. Ji ber  ku  ev lîstok tenê beşek ji banê salonê şewitandin, lê pêştir  jî bêyî ku kesek pêhesiyabe, alavên hênikkirinê agir pê ketibûn.

 

منبع خبر

Serepeyv