Îlon 04, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Amadetiya herî zêde ya Heşda Şeibî li rojavayê Enbarê

Heşda Şeibî ya Iraqê ragihand ku hêzên wê rêxistinê li rojavayê parêzgeha Enbarê piştî liv û tevgerên nezelal ên vê dawiyê li nav axa Sûriyê û îhtimala derbasbûna dubare ya terorîstan nav Iraqê, di amadebaşiya herî zêde de ne.

Sertîp Selah Fazil El-Îsawî, Fermandarê lîwaya 54 a Rêxistina Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê, got ku ji ber alozîyên ewlehîyê nav axa Sûrîyê di encama  liv û tevgerên Amerîkayê,ji tirsa ketina endamên DAIŞê nav axa Sûrîyê ji wan  navçeyên rojavayê Iraqê , hêzên rêxistina Heşda Şeibî di rewşa amadebaşiyê de ne.

Li gorî fermandeya lîwaya 54 a rêxistina Heşda Şeibî, li hemû beşên di bin kontrola  Heşda Şeibî de ji herêma Amiriye El-Semûd li başûrê Felûceyê heta parêzgeha Kerbelaya pîroz ber bi herêmên rojava ve, gelek tivdîr bona pûçkirina operasyonên  terorîstî dijî ziyaretkerên Erbeîan Huseynî tên kirin.

El-Îsawî got, hêzên ewlehiyê û Heşda Şeibî ji bo bêencamkirina her operasyoneke terorîstî di amadebaşiyê de ne.

Hêzên ewlehiyê gelek navendên ewlehiyê yên sabit û gerok bi cih kirine û hêzên xwe li ber derehên bajaran xurt kirine.

Serepeyv