Îlon 04, 2023 10:19 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê daxwaza gotûbêjên kêrhatî ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê kir

Serokomarê Iraqê gotûbêj kêrhatî navbera komên curbicur yên Kerkûkê ji bo çareserkirina kêşeyên li Kerkûkê, pêwîstî zanî û got ku parastina aramiya vî bajarê Iraqê, parastina destkevtên hemû çîn û qatên gelên Iraqê ye.

Ebdulletîf Reşîd, Serokomarê Iraqê got ku em bi dilnîgeraniî alûgurên parêzgeha Kerkûkê dişopînin.

Wî got : Em hertim teqezî li ser giringiya pêkînana aştîyê li seranserê welat dikin, lewma daxwazê ​​ji hemû alîyên peywendîdar li Kerkûkê dikin, xwe ji her cure gef û zordariyê dûr bixin.

Serokomarê Iraqê bal kişand   ser vê yekê  ku Kerkûk sembola biratiya Iraqê û cihê kombûna hemû pêkhateyan bûye û niha jî hema wisa ye  û got, emê rê nedin derbe li rûmeta wê bikeve.

Serokomarê Iraqê daxwaz ji hikûmeta federal û hêzên ewlehiyê kir ku bi micidî ji bo kontrolkirina rewşa bajêr û kontrolkirina ewlehî û serweriya qanûnê û dabînkirina aştiyeke dadmendane bikevin dewrê.

Wî her wiha daxwaz ji hemû aliyên siyasî, civakî û neteweyî kir ku ji bo parastina aramiya Kerkûkê û welatiyan rola xwe cih bînin.

Tevgera Esaîb Ehlê Heq a ​​Iraqê jî daxwaz ji hemû aliyên Iraqî kir ku dev ji gotin û kiryarên ku qeyrana  parêzgeha Kerkûkê gurrtir dikin, berdin.

Tevgera Esaib Ehlê Heq di daxûyaniyekê de ragihand ku ji bo aramî û girtina pêşiya xwînrêjiyê û parastina jiyana welatiyên ji hemû pêkhate û neteweyan li parêzgeha Kerkûkê û çareserkirina kêşeyan bi rêyên aştiyane qanûnî, em hemû aliyan dixwezin ku dev ji gotin û kiryarên ku aloziyan li parêzgeha Kerkûkê belav dikin, berdin.

 

 

Serepeyv